Jin…ya ku ji parsûyê zilam hatiye afirandin, ji mejiyê xwedayan hatiye rijandin, ya ku bi hêsanî tê xapandin. Koleyê herî kêr hatîye, tenê amûrek zêdekirinê ye, hebûnekê herî bedew ya tatmînkirina ajoyê zîlamê ye.
Û her û her gunehkar, stûxwar, bêzar û bêkar…
Gelo me van gotinên şaş ya derbara jinê de çend car bihîst? Çend hezar sal e em bi van gotin û kirinan, ji azadî û nasnameya xwe ya jinbûnê dûr jiyan dikin? Bi çîroka tewanbariya Havva ve çawa hemû jin hatin îqnakirin ku hebûneke tewanbar in? Kî van fikran ava kir, kî li ser esasê van fikran civakbûna derdora jinê parçe kir? Merlîn Stone nakokîyen di derbara jinbûnê de bi gelek pirsên girîng ku rastiya dîrokî ya jinan derbixe holê ve ket rê, ji San Fransîsco heya Beyrutê bajar bajar û geriya, di nav pirtûkan de eşkerekirina rastiyê nîşan da. Ji bo ku karibe çeloxwarî kirina dîrokî derbixe ser avê gelek civakên ku hê jî serwerbûna jinê di nav çand û zimanên xwe de parastine, temaşe kir. Di nav muzexaneyan de, di nav dêr û keşîşxaneyan de, di nav girên di bin axê de veşartî ne de peykerê jinan û ayîna jinan çavdêrî kir. Berê xwe da hezar pirtûkan û di quncika nivîsan de cewhera jinê ku asê mabû lêkoliya.
Merlîn Stone her ku geriya, temaşe kir, çavdêrî kir û lêkoliya dîroka peçandî ya jinê re rûbirû ma. Lêkolinên xwe de rastiya mirovatî dît. Hezar salan bi destê xwinxwaran ve nirxên mirovatî ku hatibû windakirin, hatibû binaxkirin derxist hole. Di roja me ya îro de jinên ku wekî koleyên belengaz tên pênasekirin, rastiya wan a piroz çawa bi zilm, bi desthilatdarî hatiye berovajî kirin dide fêmkirin. Emê di vê pirtûkê de dîrokek çawa tê çeloxwarî kirin û rastiya vê dîrokê çi ye, di şexsê jinê de bibînin. Gelo bersiva dîroka rast kê bide, ev jin kî ye?
Ew jin XWEDAVEND de. Havva, Îştar, Înnana, Îsîs, Arinna, Nanna û hezar nav ya kû nehatiye nivîsandin û nehatiye bihîstin… Di şexsê van xwedavendan de emê bersiva xwe bibînin. Havva dibe hebûnek ku ji parsûyê Adem hatiye afirandin. Îştar nav perestgehan da wek fahîşe tê penasê kirin. Lîlîth bi leneta xwe ve himcinsa xwe ya Havva dide xapandin. Afrodît xweşikbûn, bedewbûn û estetîkbûna xwe tenê ji bo Zeus bikar tîne. Di encam de wûsa tê teyisandin ku hemû xwedawendên li ser rûyê erdê jiyan dikin gîrêdayî zilamekê ne. Lê belê ev dîroka ku hatiye çeloxwarî kirin e. Ya rast belkî ne di çîroka Adem û Havva de, lê gelek çîrokên afîrandinê ya civakên cûda cûda de tê dîtin ku jin rola xwe ya sereke ya jiyanê her parastiye.
Olên yek xwedayî ji bo tepisandin û tûnekirina çanda xwedawendiye da dibin werçerxekî. Xwedayên ku ji bo karîbin li ser civakê serweriya xwe ya bêdawî avabikin yekser êrîşê nirxên ku ji alî jinan ve hatiye sazkirin dikin. Wek fermanekî olî di nav hişmendiya civakê de nirxên jinê bi lenet nîşan didin, civakê teşviq dikin ku wê lenetiyê xêra bikin. Ji ber vê yekê hilweşandina perestgehan, parçekirina peykeran, şewitandina belgeyan wekî karê herî pîroz e cîvakê îqna dikin. Bi saya van kirinan perdeyek tarî dikeve li ser heza jinê û xwedawendiya jinê di bin axê de dimîne. Lê belê Merlîn Stone bi rêbaza çavdêrîkirina olên heyî û bi lêkolînkirina hin peykerên ku nikaribûnê bên xirakirin hebûn û pîrozahiya jinê bi awayek şenber ronî dike. Olên ku li hember olên serwer ya xwedayan serî rakirine de, dibîne ku dengê jinê, rengê jinê nehatiye qutkîrin û pîrozahiya jinê xwe didomîne. Di civakên ku bi van olan ve xwe li ser lingan digrin hêza jinê bêhtir di pêş de ye.
Bi rêwîtiya Merlîn Stone ve em derketin rêwîtiyekê çawa?
Wekî jin dema me dit ku di her hevokê vê pirtûkê de rêûresmên bi kok ya kûjeran her kelîya jiyanê de rastiya xwe wek avê bi me daye vexwarin. Lê em têdigihêjin ku rastiya hişmendiya zilamsalar çi dibe bila bibe nekaribûye jinê bi temamî ji cewhera xwe dûr bixîne. Xwendin û mêzekirina me ya dîrokê ji tewanbariya jin û ji serweriya zilam dizivire çanda xwedawendên ku bi rêgezên ehlaqî û polîtîk civakê birêvebiriye. Dîroka pêçandî roj bi roj bi hewildan û têkoşîna jinê ve derdikeve holê û ji nû ve tê nivîsandin.
