Di dîroka jinên Êzîdî de, çanda berxwedanê her tim bûye sembola ku nayê jibîrkirin û heya îro berdewam dike.
Ev dîrok bi nivîskî di destê civakê de tune ye. Ji ber ferman, qetlîam û komkujiyên ku pêk hatine, pirtûkên pîroz wenda ne. Ev pirtûkên bi navê Meshefa Reş û Cilwa hebûn, lê belê di kîjan serdemê de wenda bûne, tam ne diyar e. Dikare bê gotin ku dîroka Êzdayetiyê bi nivîskî nîne, lê di encamê de ev dîrok hîn zêdetir di qewlan, dengbêjî û çîrokan de ji bo nifşê nû hatiye veguhestin.
Dîroka bi deng, êş û qehremantiyên jinên Êzîdî tîne ser ziman. Kilam û stran vê dîrokê ji roja îro re radigihînin û dibin şahidê zindî. Gelek jinên Êzîdî di dîrokê de bûne xwedî nav û deng û çanda xwedawendan anîne roja îro.
Çanda xwedawendan ku jiyana wan a xwezayî û bi xwezayê re jiyankirina wan e, vê yekê bi eşkere nîşan da. Taybetmendiyên wekî axaftin, sekna wan a serbilind, fedakarî û xizmeta civakê, wêrekî , bawerî , birêvebirina malbatê û heta parastina xwe; ev tev şopên xwedawendan in ku di jina Êzîdî de li pêş in. Dîrok nîşan dide ku ev berpirsiyarî û otorîteya xwezayî mohra xwe li dîroka hemû jin û dayikan xistiye.
Çanda xwedawendan koka xwe ji bawerî û kevneşopiyên kevnar ên Mezopotamyayê distîne. Ev çand li ser parastina jiyanê, wekhevî, afrînerî û parastina xwezayê ava bûye.
Bi her pêleke fermana reş a li ser civaka Êzîdî re, gelek jin hatin revandin û wendakirin. Aqûbeta hezaran jinan di roja me ya îro de jî ne diyar e. Tevî vê yekê, divê li kêleka lehengî û qehremantiya jinên Êzîdî neyê jibîrkirin. Wan mîrateyeke mezin li pey xwe hiştiye.
Mînak, Sitiya Nisra ya ku bi jêhatîbûna xwe deng vedabû. Sitiya Nisra di aliyê tembûr û hunerê de jêhatî û zanê bûye. Berê jinan bi dîwaran nexş çêdikirin û xemla jiyanê dixistin nav malan. Dareke wê li Çiyayê Şengalê li aliyê Şebîl Qasim heye ku jê re dibêjin “Dara Sitiya Nexşan”. Her mirovekî ku xwestek an mirazekî wî ji bo fêrbûna hunerê, tembûrê û çêkirina nexşan hebe, tayekê bi wê darê ve girê dide. Sitiya Nisra jineke qehreman, şerker û pêşeng bûye. Di dema xwe de hêza jin a leşkerî ava kiriye. Cara yekem di dîroka Êzdayetiyê de hêza leşkerî ya jinan tê avakirin û li dijî Osmaniyan şer kiriye. Bi berxwedana xwe civak ji ferman û komkujiyan rizgar kiriye. Gotina “Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e” ji bo Sitiya Nisra bûye çavkaniya berxwedanê.

Zerîfa Osê jineke berxwedêr û şerker e. Di sala 1892an de, dema Ferîq Paşa û artêşa Osmaniyan bi armanca misilmankirina Êzîdiyan êrîş kirin, Ferîq Paşa dixwest Êzîdiyan bike leşker. Eger ev daxwaz nehatiba qebûlkirin, bi fermanê gef li wan dixwar. Di 2yê Tebaxê de êrîş dest pê kir. Di nav şer de Zerîfa Osê bi pêşengî û tîlîliyên xwe cesaret da civakê. Li Şêxan û derdorê şerekî demdirêj pêk hat. Piştre ji bo hevdîtinê Osmaniyan, Mîr Mirza dawetî Mûsilê kirin, lê li wir Mîr Mirza hat qetilkirin û êrîşî Laleşê kirin. Cihên pîroz hatin xirakirin, lê Zerîfa Osê li hemû gundan civak rakir serhildanê. Zerîfa Osê ligel çar kurên xwe û Mehemayê Evdo (mezinê Êzîdiyan) dikeve nav şer. Piştî berxwedana Zerîfê, kurê Ferîq Paşa li Şengalê fermanan pêk tîne.
Jinên wek Xunava Zoro li Welatê Xalta bi şerê xwe ferman şikandin. Ji bo keçên Êzîdî nekevin destê artêşa Osmaniyan, bi xencera xwe heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kir û gelek keç rizgar kirin.
Jineke din a ku di dîrokê de di nav zor û zehmetiyan de bû dengê gelê xwe, Xatûna Fexra bû. Xatûna Fexra ne tenê ji bo gelê xwe, ji bo hemû mirovahiyê bû sembola edalet û berxwedanê. Ew temsîla hêza jinê ya bêhempa bû. Bi wêrekî û jîrbûna xwe, di nav cîhana serdest a mêran de bû pêşeng. Li hemberî hewldanên Osmaniyan ên ji bo misilmankirina bi zorê, bi rêyên dîplomatîk û leşkerî li ber xwe da. Hemû eşîrên Êzîdî anîn cem hev û îtîfaqên parastinê çêkirin. Jinên Êzîdî xwe wekî şopdarên wê dibînin. Qubeya Xatûna Fexra ji bo jinan wekî perestgehekê tê dîtin; ji bo daxwazên xwe, şîfayê û parastinê serdana wê dikin.
Cihên pîroz ên jê re hatine diyarkirin: Li gundê Magara yê navçeya Şirnexê (Bakurê Kurdistanê) perestgeha bi navê “Qubeya Xatûna Fexra” heye. Her wiha li Xanêsor û Laleşa Şengalê û li Çiyayê Persê li Qestel Cindo (Efrîn, Rojavayê Kurdistanê) jî cihên wê hene.Hemû perestgeh di civaka Êzîdî de cihê pîroz tê hesibandin û bawermend li wir dua dikin, alîkariyê dixwazin û rojîyan digirin.
Ev jinên xwedawend û pîroz îsbata zindî ne ku jin wekê şervan, pêşeng û kesayetên manewî dikarin cihê xwe li ser dika dîrokê de bigirin.
Ev mîrateya jinên wêrek ên Êzîdî bi hezaran salan berdewam kiriye. Di roja me ya îro de ji Berîvan Agal heta Dayê Gulê, ji Dayê Gulê heta Berîvan Şengalî berdewam dike. Taybetî li Şengalê jî YJŞ (Yekîneyên Jinên Şengalê) dû şopa jinên xwedawend de dimeşin. Li ser wê rêyê çanda xwedawendan û jinên Êzîdî civakê diparêzin; di heman demê de têkoşîna azadî û wekheviyê didomînin. Ev mîrate bi girêdaneke xurt, pîroziya berê bi berxwedana îro re dike yek û hebûna xwe diparêze.

Berîvan Hemo
