Jineke ciwan a Enternasyonalîst Maria ji Îtalyayê, di hevpeyvîna bi Bêjing Medyayê de diyar kir ku, Manîfestoya Civaka Demokratîk û Komînal weke diyariyeke tevahiya mirovahî jinan e. Maria destnîşan kir ku manîfesto, berpirsyartiyên mezin dide ser milê wan.

“Merheba. Navê min Maria ye. Ez ji Italya me.

Wek hevalên enternasyonalîst derfeta me çêbû em Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, a ku ji Komîna Felsefe ya Imralî gihişt destê me, bixwînin. Li gorî min konseptekê girîng em di manîfestoya nû de dibînin konsepta dîyalektîk e. Wek jinên ciwan ên ku di moderniteya kapîtalîst de jiyan dikin, em ji gelek milan vê tên êrîş kirin.

Bi taybetî hestên me tên êrîş kirin. Di moderniteya kapîtalîst de hest dibin tiştekî teqez. Ev teqezî jî jiyanê înkar dike. Em dibînin ku van êrîşan di hestên me de xetmandin avadikin û nahelîn em beramberî vê şîdetê bibin bersîv.

Bi riya moderniteya kapîtalîst alozî her diçe belav dibe. Hişmendiya ku moderniteya kapîtalîst bi kar tine hişmendiya qetîlê kastîk e. Ev hişmendî dixwaze me qetil bike. Dixwaze hestên me, canê me û laşên me qetîl bike. Elon Musk, Trump, DAIŞ temsîlyeta vê hişmendiyê dikin. Heman hişmendiyê nexweşiyên pîskolojîk, întîhar û femînîsîd zêde dike. Her çiqas êrîşên giran hebin jî divê em li hertiştî diyalektîk meyze bikin.

Di manîfestoya nû de Rêbertî dibêje di pêvajoyên bêwate de derfeta teqîna wateyê çêdibe. Di pêvajoyekê ku gelek wate wenda dibe manîfesto dibe wek parastina vê. Bi saya Rêbertî em dikarin nirx û xweşikbûna jiyanê dîsa bibînin. Bi vî awayî daxwaza me ya ji bo têkosîn, ji bo jiyanê, ji bo gerdûn û hemû xwezayê xurt dibe.

Niha divê fêmbikin em ç awa dikarin bibin jinên komînalîst. Jina komînal etîk û estetîk di xwe de dihewîne.Di dinyayê de gelek projeyên li ser esasê jiyana komînal ya bi rihê jinê hene. Gundê Jinwar li Rojava, gundê Umoja li Kenya û gelek deverên din hene. Rêber Apo berpirsyartiyekê pir mezin dide me hevalên enternasyonalîst. Ji ber kû di vê pêvajoyê de em ê enternasyonalîzmekê nû avabikin. Em ê di navbera hemû hêzên tekoşer ên dinyayê pêwendî daynin. Manîfesto ne tenê ji bo civaka Kurd e. Rêber Apo manîfesto diyariyê hemû mirovahiyê û hemû jinan dike.

Di hemû dinyayê de em di heman riya demokrasiyê de bimeşin. Em ji herkesî ku jiyana komînal û nirxên komînal diparêze serkeftinê dixwazin.

 Bijî jiyana komînal! Em ê jiyana komînal ava bikin! “

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *