Îro reng, raman, axaftin û ceribandinên jinên ciwan pir caran nayên dîtin. Lê jinên ciwan kevirên bingehîn ên civakê ne. Di her qadê de ji bo jiyanê difikirin, berhem didin û guherînê çê dikin. Axiftin û pratîka wan tenê îro venabêje ; dîrokê vedibêje ,û pêşerojê jî li ser bingeha jiyaneka azad avadike.
Bêjîng Medya, platformeke medyaya dîjîtal e ku ji bo dîtinbûna deng, raman û berhemdana jinan hate damezrandin. Ew ne tenê bi navê jinan axaftinê, qadeke weşanê ava dike ku jin li her derê bi zimanê xwe, ya xwe bibêjin.
Weşanên me, perspektîva azadiya jinan û têgihîştina civaka demokratîk û ekolojik wekî bingeh digirin. Ew diyar dike ku têkoşîn serpêhatiyên tevgerên jinan ê cuda, dengên cuda û bîrên cuda dikarin bi hev re hebîn.
Her berhem ku li ser vê bingehê tê amadekirin, ji paceyeke din a jiyanê ji jinan re dinerê.
Li ser vê bingehê, di malpera me de 6 beş yanî (kategorî) hene:
Kategorîya Bi Nêrîna Jina Ciwan, ramana jinên ciwan derbarê jiyan, civak û azadiyê bi perspektîfeke cuda vedibêje û analîz dike.
Di Beşa Şopa Ma’ de, dîroka têkoşîna jinan, mîrata berxwedanê û şopên ku hiştine, tîne îro.
Pênûsa Keziyan, berhemên ramyarî, polîtîk û edebî yên jinan li vir kom dike.
Jin û Çand, çand, huner û jiyanê bi serpêhatîya jinan re eleqedar dike û ji bo parastina van çandan teşwîq dike.
Atolye, rêyên berhemdana hevpar, fêrbûna bi mijarên cuda û parvekirinê îdeolojîk polîtîk zêde dike.
Kulîyata Jin, berhevoka dîrokî, çandî û ramanî ya jinan dike beşek ji bîra giştî.
Bêjîng Medya, ji bilî Kurdî, bi weşanên xwe yên Tirkî jî dengê jinan bi zimanê cuda mezin û bilind dike. Girîngî dide avakirina pirrek di navbera zimanan de, û xuyakirina serpêhatiyên hevbeş yên jinan.
Medya ne tenê qadeke ragihandina nûçeyan e. Ew heman demê qadeke ye ku tê de bîr, çand û raman têne berhemandin. Bêjîng Medya armanc dike ku axiftin, serpêhatî û berhemdana jinên ciwan di vê qadê de xuya bike.
Ji ber ku her axiftina jineke şopek e ku li bîra giştî tê hiştin. Her berhemdana jina ciwan jî beşek ji jiyaneka azadtir û demokratîktir e.
Ji bo xuyakirina têkoşîna jinên ciwan bi hev re, me di hesabên medyaya civakî de bişopînin û parve bikin.
