Şêrko Bêkes, kurê Xatûn Şefîqe Seîd û helbestvanê navdar ê Kurd Fayeq Bêkes bû. Ew di 2’ê Gulanê 1940’an de li taxa Goyjeyê ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bû. Di 4’ê Tebaxa 2013’an de li Stockholm, paytexta Swêdê, ji ber nexweşiyekê koça dawî kir.
Şêrko Bêkes wekî yek ji helbestvanên nûxwaz ên edebiyata Kurdî ya demê nû tê nasîn. Ew xwediyê gelek pirtûk, berhem û dîwanên helbestê ye. Gelek ji helbestên wî jî hatine wergerandin bo gelek zimanên cîhanê.
Di sala 1987’an de li Swêdê xelata “Tucholsky” wergirt. Ev xelat ji aliyê Serokwezîrê wê demê yê Swêdê, Ingvar Carlsson ve hat pêşkêşkirin. Dûv re, di sala 1992’an de bû Wezîrê Çandê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ev di yekem kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû.
Di sala 1998’an de, bi alîkariya çend kes û hevalên xwe, Weşanxaneya Serdem ava kir. Di sala 2009’an de hemû berhemên wî di nêzîkî heşt hezar rûpelan de hatin çapkirin.
Di sala 2001’an de, Navenda Weşandin û Ragihandinê ya “Xak” xelata Pîremêrd ya helbestê da Şêrko Bêkes.
Şêrko Bêkes yekem helbesta xwe di temenê 17 saliyê de weşand. Di sala 1968’an de yekem pirtûka helbestên xwe bi navê “Tirfeya Helbest” li Bexdayê çap kir. Di sala 1970’an de jî, ligel çend helbestvanên navdar ên wê demê, bangewazek ji bo guherînan di helbesta Kurdî de, bi taybetî ji bo pêşvebirina helbesta nû ya Kurdî, belav kir.
Şêrko Bêkes wekî yek ji helbestvanên nûxwaz ên edebiyata Kurdî ya demê nû tê nasîn. Ew xwediyê gelek pirtûk, belavok û dîwanên helbestê ye, û gelek ji helbestên wî hatine wergerandin bo gelek zimanên zindî yên cîhanê. Herwiha, navê “Împaratorê Helbesta Cîhanê” jî hatiye dayînê. Helbestên Şêrko pir caran li ser welatparêziyê, hezkirina av û axê, û êş û jiyana kesên belengaz diaxivin. Şêrko di warê nivîsandinê û helbestê de xwediyê gelek ezmûnên cuda bû. Ew bi cureyên cûrbecûr ên edebî wekî helbest, şanoye-helbest, poster, çîrok-helbest, roman-helbest, deqên edebî û gelek berhemên din nivîsand. Beşek mezin ji van berheman jî hatine wergerandin bo zimanên din.
Berhemên Şêrko Bêkes
Helbest :
- Tirfeya Helbest (1968)
- Kejavayê Giryan (1969)
- Min Tînûvetim bi Girê Eşkê (1974)
- Kazîwe (1978)
- Du Surûdên Kêvî (1980)
- Rengale (1980)
- Rûbar (1984)
- Dastana Heloyê Sor (1985)
- Keşkola Pêşmerge (1985)
- Şahiya Şehîd (1985)
- Awêneyên Biçûk (1986)
- Dal (1987)
- Temtûman (1989)
- Derbendê Pepûle (1991)
- Afat (1993)
- Yadîştên Makêwiyekî Reşpoş (1993)
- Mêrga Zam, Mêrga Hetaw (1996)
- Bônname (1998)
- Xaç û Mar û Rojjimêra Helbestvanekî (1998)
- Çirakên Ser Helemût (1999)
- Nisê (1999)
- Piyawek li Darsêvê (2000)
- Jin û Baran (2000)
- Rengdan (2001)
- Ezmûn (2001)
- Li Çileya Çilçirayekê de (2001)
- Xwe, Ew Wextê Ku Balindebûm (2002)
- Payîza Mêvan (2002)
- Payîza Mêvan (2002) Kursî (2005)
- Ji Gulê Heta Sûtî (2006)
- Hefta Pencereyên Gerrok (2007)
- Pirtûka Milwankê (2007)
- Tu Dikârî Bi Qumekî Maçê Bixeyînim Hilqûlîn (2007)
- Zê û Zine (2008)
- Tevn (2009)
- Hest û Nest (2010)
- Niha Keçek Welatê Min e (2011)
- Hespêk li Pelê Gulalê (2012)
- Xêrak e Mirin Nêzîk dibe (2013)
- Goristana Çirakan (2004)
- Hûn Bi Hezkirina Min Espêrin (2004)
- Surûdên Berdîn (2005)
Şanoname:
- Kaweyê Asinger (1971)
- Ask (1978)
- Werger
- Pîremêrd û Zerya (1982)
- Jinek û Du Piyaw (2000)
- Edebiyata Zarokan
- Kukuxtiyê Bizêwekê (2003)
- Bîranîn
- Nivîsîn bi Ava Xolemêşê (2013)
Werger:
- Pîremêrd û Zerya (1982)
- Jinek û Du Piyaw (2000)
Bîranîn:
- Nivîsîn bi Ava Xolemêşê (2013
Edebiyata Zarokan:
Kukuxtiyê Bizêwekê (2003)
Şêrko Bêkes wekî helbestvanekî Kurd û kesayetiyekî azadîxwaz, her dem di belavkirina ramanên azad de, bi taybetî li hember pirsa jinê, bi hunera xwe rolek girîng lîst. Bi rêya helbestên xwe, wî destnîşan kir ku jiyan bê azadiya jinê ne gengaz e û pir zehmet e. Di qonaxa yekem a rêbaza helbesta nû ya Kurdî de, wekî yek ji helbestvanên pêşeng ên serdema xwe, zû têgihîşt ku divê jin di helbestan de bi civak û pirsgirêkên siyasî re were girêdan. Ji ber ku li gorî wî, temaşekirina jinê tenê di çarçoveya bedewiya rûxsar an evîndariyê de nikare birînên civakê derman bike.
Varuna Zerdeşt
