Zoya, partîzana ku di 18 saliya xwe de li hemberî dagirkirina Naziyan manîfestoya berxwedanê dinivîse. Ew di 18 saliya xwe de bû biriqînek cîhanî a berxwedanê ku ziraviyên ‘jiyan’ê di hişê mirovan de dineqişand. Ew partîzanek bû ku di rojên herê bi zehmet de dema ku

Elmanyaya Nazî Yekitiya Sovyetê dagir dikir, li dijî dagirkeriyê şer dikir.

Zoya jineke ciwane ku rexmê şikenceya giran tenê yek peyv jî ji devê wê dernakeve û agahiyan nade leşkerên Nazî; tê darve kirin, bi vê yekê re jî namîne îşkencê li cinazeyê wê dikin.

Îro, rexmê salên dûr û dirêj bihorîne jî ew hîn di hişê gelan de wek jina wêrek a berxwedêr   ya ku li dijî dagirkeriyê rawestiya û ji bo sosyalîzmê têkoşiya ye, tê dîtin.

Zoya Kosmodemyanskaya di 13 Îlona 1923’an de li başûrê Rusyayê Gavrîlovskyê tê dinya yê.

Zoya tê wateya ‘jiyan’ ê. Zoya jî rastî û bêhnvedana jiyanê bû. Her kêliya jiyana xwe a kin bi wate û hîs kirinek mezin jiya. A herê girîng jî ew bû ku di rêya dimeşî de tucaran dudilî nejiya.

Zoya 6 salî ye tevî malbata xwe diçe Sibîrya yê. Malbat piştî demekê ku li Sibîryayê dimîne, di sala 1930’an de vedigere Moskova yê. Zoya dema hîn 10 salî ye, babê wê jiyana xwe ji dest dide, bi diyîk û birayê xwe Aleksandr re jiyan dike.

Bîrdoziya Zoya hîn di temenê wê yê biçûk de şikil girt, di sala 1938’an de bû endama baskê ciwanan a Partiya Komînîst a Yekitiya Sovyet ê.

Zoya di sala 1941’an de, dema hîn xwendekara pêla navîn e, ji bo beştariya yekîneyek partîzanan bibe, dibe dildar. Zoya ku di nav rêxistinê de navê ‘Tanya’ lê tê kirin, piştî perwerdeyek dem kin şûnde dişînin herêma Volokolamsk a Moskova yê û li wir tevî rêhevalên xwe hin çalakiyan pêk tînin.

Pişt re Stalîn, ji bo ku pêşî li dagirkeriya artêşa Elman a gund û bajarokan bigire, fermanekê derdixîne û yekîneyan dişîne van cihan. Zoya giranî bi çalakiyên xwe dide û di ferqa her cûre tehlûkeyan deye, ji ber vê jî amadeye: Gotibû; “ger em bikevin jî em ê wek qehremanan bikevin”.

Di encama erkekê de, bi hinceta ku zilam wê karê hîn tehlûketir encam bidin, tê xwestin ji komê bê qut kirin. Lê, Zoya jî bi gotina, “hewceye zor û zehmetî wekhev bên parve kirin” li dijî vê cudatiyê derdikeve. Bi vî rengî di 27 Mijdarê de Zoya li Petrîchevoyê dişînin gundekê ku ji aliyê Elmanan ve hatibû dagirkirin.

Zoya ku bi tena serê xwe dîmîne. Wê demê kesek Zoyayê dibîne û wê îxbar dike. Nazî, kesê ku Zoya dabû dest bi şîşeyek votqayê ‘xelat’ dikin. Leşkerên Elman Zoyayê dîl digirin.

Fermandarê Naziyan bi xwe Zoyayê lêpirsîn dike.

Ji Zoyayê ne navê wê, ne jî razek karîn bigirin. Dema ku navê wê jê dipirsin, bersiva ‘Tanya’ dide.

Gundiyê ku şahidî ji  vê bûyerê re kiribû digot, ‘Faşîstan jî xwe li ber vê şikenceyê ranegirt’, ev tiştek wiha metirs bû.

Di vê navberê de, di hundir de dengê kena leşkerên din yê îşkencekar bilind dibû. Ligor xwediyê malê, Zoya dused caran hat qemçî kirin. Di vê navberê de ew bêdeng ma, bêdeng ma û dîsan jî bêdeng ma. Ji bo carekedin dengê wê hat bihîstin; herçend dengê wê kêm jî derdiket: ‘Na, Ezê nebêjim!’

Zoya ku di dema lêpirsînê de, di derbarê ne rêxistin û ne jî hevalên xwe de tu agahî nedan, wê rojê di sir û seqemê de, bi lingên xas, li ser berfê dan meşandin. Û destên wê li pişt girêdayî dibirin maleke din.

Faşîst dema ku tenê peyvekê nikarin ji devê Zoyayê derxînin, di derheqê wê de biryara mirinê didin. Piştî biryarê şûnde Zoya ber bi qada lê bê darve kirin dibin. Dema ku Zoya di qirikê de ben, ber bi qada darve kirinê ve dibin, dizivire û bang li gundiyan dike û dibêje; “ Hevalno! Çima hûn wiha bêhnteng in. Ez ji mirinê natirsim! Ez ji mirinek ku di rêya gelê min de be şanaz im!”

Dovre Zoya dizivire leşkerên Elman û dibêje, “Hûn niha min dardedikin lêbelê bizanin ku ez ne bi tenê me. Em dused mîlyon insan in. Hûn nikarin me hemûyan dardebikin. Berê ku direng bibe, xwe radest bikin. Serkeftin ya me ye.”

Bedenê mirî yê Zoya du mehan daliqandî ma. Kesên ku nekarîn baweriya Zoyayê bixin dest, îşkence bi cenazeyê wê kirin. Her leşkerek Nazî ku li ber laşê bê rih yê Zoyayê de diçû, bi qontaxa çeka xwe lê didan, didan ber pêhnan, herê dawî jî her bê rêzî li hemberî laşê wê kirin. Pişt re, ji bo ku fermandar li ser kiryarên xwe bigire, biryar da yek ser bê veşartin.

Piştî ku partîzanên Sovyetê axa hatibû dagirkirin paş de girtin bi demeke kin, Zoya li heman gundî sipartin axê. Hevkarê Naziyan ku Zoya da dest jî piştî dawî hatina dagirkeriyê şûnde, ji aliyê dadgeha Sovyetê we hat darizandin.

Zoya ku navê wê welat bi welat belav bû, bû ala têkoşîna li hemberî zilm û dagirkeriyê. Di derbarê wê de gelek stran, helbest hatin nivîsîn. Yek ji van helbestan jî helbesta Nazim Hîkmet a bi navê ‘Tanya’ ye.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *