Talîbanê li bajarê Heratê yê Afganistanê bi îdiaya ku “rêgezên veşartinê nepejirandine” 5 jin girtin.
Li gorî çavdêran, jinên ku hatine girtin tevî ku cil û bergên ku Talîbanê mecbûrî dike li xwe kiribûn, dîsa jî hatin girtin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên girêdayî Wezareta Emr bi Başî û Nehî ji Xerabiyê ya Talîbanê di gelek deverên Heratê de di kontrolan de 5 jinan girtin. Li gorî şahidiyan, jinan manteyên dirêj, çarşefa nimêjê û maskeya rû li xwe kiribûn. Lê ev yek nekarî rê li ber girtina wan bigire.
Heta niha derbarê cihê ku jinên hatine girtin lê tên girtin û rewşa tenduristiya wan de agahiyeke fermî nehatiye belavkirin. Talîban jî heta niha derbarê bûyerê de tu daxuyaniyek nekiriye.
Astengkirinên li dijî jinan didomin
Piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’an de dîsa desthilatdariya Afganistanê girt destê xwe, gelek rêziknameyên ku beşdarbûna jinan di jiyana giştî de bi awayekî giran sînordar dikin xistin meriyetê. Xwendina keçan di asta navîn û zanîngehê de bi awayekî mezin hate astengkirin, herwiha li ser xebata jinan di dezgehên hikûmetê, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî de jî gelek sînordariyan hatin danîn.
Di salên dawî de, rêwîtiya dirêj a jinan bêyî hevalekî nêr, herwiha ketina wan bo parkan, salonên werzîşê û hemaman jî hate qedexekirin an bi awayekî giran hate sînordarkirin. Talîban di heman demê de mecbûrîkirina jinan ku li cihên giştî rûyê xwe bipêçin jî tundtir kiriye û kontrola van rêgezan bi rêya Wezareta Emr bi Başî û Nehî ji Xerabiyê dimeşîne.
Rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî siyasetên Talîban li dijî jinan wekî binpêkirina maf û azadiyên bingehîn dinirxînin. Talîban jî dibêje ku van biryaran li gorî şerîeta Îslamê û nirxên çandî yên Afganistanê hatine girtin.
Girtinên dawî yên li Heratê wekî mînakeke nû ya siyaseta kontrol û zexta Talîban li ser jinan têne nirxandin.
