Amîna di roja me ya îroyin de jî wek yek ji jinên şerker û jîr ya welatê xwe tê nasîn. Amîna bi gelemperî wek şervan û şahbanu jî tê nasîn. Di navbera salên 1533-1610 'de di nava gelên Hausa ku dikeve bakurê Efrîqayê digîhîne sînorên herî mezin ê dîrokê. Ew şahbanuya şervan a Zazzau bu. Amîna 34 salan li ser hukum maye, jina efsanewî. Di dîrokê de jinen Efrîqî ne tenê bi nasnameya dayik, hevjin, karker û perwerdekar tên zanîn, belku ew ji bo serxwebuna welatê xwe dem bi dem tevlî şer bune.