Dema jinê ne tenê têkoşîneke ku ji bo demek diyarkirî didome; ew e ku jin heqîqeta xwe nas bike, nasnameya xwe bibîne û hebûna xwe di asta herî jor de bike jiyanî.

Têkoşîna jinê heta ku jin azadiya xwe bi dest bixe, hetta sînorên azadiyê derbas bike û derfetên jiyanê yên nû biaفرîne didome. Lê belê bi qasî bêsînorbûna azadiyê, pîvanek û berpirsiyariyeke wê ya exlaqî jî heye. Dema ku em hewl didin azadiya xwe pêk bînin, sînordarnekirina azadiya yên din; meşîna li ser bingehê wekhevîparêz, exlaqî û azadîxwaz ligel hevalên me yên rê, bingeha nûnertiya rast a dirûşma Dema Jinê û di her qada jiyanê de jiyanîkirina wê ye.

Azadiya jinê ne tenê lêgerîneke ferdî ye; di heman demê de têkoşîna bi hev re azadbûnê, rêzgirtina li hebûna hevdu û bi hevparî avakirina jiyaneke wekhev e. Ji ber vê yekê, bila em hemû bibêjin Dema Jinê û bikevin nava lêgerîna nasname, heqîqet û azadiya xwe. Bila em azadiyê tenê wekî armancekê nebînin; wê di ramana xwe de, di têkiliyên xwe de û di her kêliya jiyanê de  jiyanî bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *