Mizgîn Dêrelûk

Xewnên ku mirov di xewên şevan de dibînin, bi sê cûreyên tên dabeşkirin. Di cûreyê yekemîn de em rastî bûyeran tên ku ruhê ku di binhîşê me de tê hewandin de, îfade dike. Sênaryoyên ku em difikrin, ku me bihîstibin heta hestên ku negihîştin asta îfadeya devkî, xwe di vî cureyi de îfade dikin. Di cûreya duyemîn a xewnan de, em rastî bûyerên ku rojane de tên jiyîn tên. Kiryarên ku em rojane dikin, hest û fikrên ku me bilêvkirine û gûftogoyên ku em rojane dikin, di vî cureyi de hene. Cûreyê sêyemîn, cûreyek wisa ye, ku belkî “ûtopîk” yan jî ferazî ji mirovan re bê. Di zanist heta di felsefeyê de, ev cûre hîna tê nîqaş kirin. Ji ber ku di cûreyê sêyemîn de, kiryarên ku nehatine jiyan kirin, rû didin. Hindek vê yekê mîna “pêşe-rojê” binav dikin. Lê belkî ew rûdawên ku di vî cûreyê xewnan de pêk tên, raboriyê îfade bikin? Bûyer yan kiryarên ku mirovî di jiyana rojane de jiyan nekiribin, di xewnên xwe de dibîne. Navbera zirav a fenomena “xewnan” di pirsa “xeyal çi ne?” veşartî ye.

Heta di jiyana me ya rojane de, xeyal êdî li gor hîşmendî şêwe digre. Mirov dikare bi dilek rehet bêje ku xeyal gava ku ji hêza xwe ya cewherî derdikevin xitimandinên exlaqî tên jiyan kirin. Gava ku kesayet, wiha şekil digre ku cewher ji jiyanê dûr û dûrketin ji kokê kûr be, xeyal jî pê re tên “guhertin.” Rast e, guhertin di her tiştî de heye, lê belê “guhertin” di vî babetî de vedigere “dûrketin û ji rê derketinê.” Ev noqte dişibe pirsa “ruh.” Ruh tiştek veşartî ye, lê nêz e. Em bala xwe ger bidine mesela “ruh” em dikarin bêjin ku tişteke pîroz heta tiştek ku “qenciya jiyanê” îfade dike, ye. Lê zirarên ruhî û fikrî gava dibin elimandin û ev elimandin xwe vediguherin hîşmendiyekê, ev êdî di asta “ruh” de cîh digre. Rûxmê ku peyva “ruh” jî her di babetên başiyê de tê bikaranîn, ruh gava bi enerjiya desthilatdariyê xwe vediguherîne “hêzekê” wê mayînde bibe şaneyek di serê te, cîranê te yan jî mirovekî ku belkî di parzemîneke din de jiyan dike. Xewn û xeyal niha çi ne? Me fêm kir ku ruh rêdarê xewn û xeyalan e. Hevrist û dostê pêşerojê ye. Kiryarên ku mirov bi xwe jiyan kirine, mîna “ezmûn” yan “tecrûbe” tên binavkirin. Lê peyvek wisa heta pênaseyek wisa nîne ji bo berovajiyê wê. Wê herî zêde gotina “pêşeroj” bê bîra me.

Zemanê ku me heta niha jiyan nekiriye mîna “pêşeroj” tê binavkirin, lê ev çiqas cihê xwe digre? Ger “ezmûn” pênaseya kiryarên me yên raboriyê be, wê gotina “utopya” ji bo kiryarên ku nehatine jiyîn di cîh de be? Utopya mîna “pêşeroja mûkemel” tê pênase kirin, lê belê ev pênaseya kê ye? Dema ku qala Komîn, wekhêvî yan jî azadiyê tê kirin, gotinên mîna “Ev pir ûtopîk e!” tên gotin. Lê belê vana zaten hebûn, di dîrokê de. Yanî tiştê ku em wekî “utopya” pênase dikin, ezmûna dîrokî ye. Ji ber ku Utopya nediyariya qenciya pêşerojeke “mûkemel” îfade dikin, bilêvkirina vî xeyalê mezin wek “utopya” cihê xwe nagire. Gava em rexneyên li ser Marxîzmê yan jî sozyalîzma “pêkhatî” guhdarî dikin û dîmenê giştî tehlîl dikin, em fêm dikin ku di bûyera Marx, Stalîn, Engels yan jî Lenîn xeyal nehatin jiyan kirin. Marx bi xwe ne marxîst bû. Lenîn jî, ne Lenînîst bû. Heta Mao jî Maoîst nebû. Lê belê di jiyana her sê, yan jî her çaran de em dibin, şahîdên xeyalvaniya sexte.

Xeyalek heye, îfadeyek wê heye, heta teyisandina wê jî heye. Lê ew cewherê wê ye, gelo? Heta îro, di sala 2025ê de jî, ferdên ku xwe mîna Marxîst yan jî Lenînîst binav dikin. Ji bo “rastgiran” dibe ku ev hemû mîna vîrûsekî bên destgirtin. Rexne hene, bêgûman. Lê belê bi tenê konspet, yan jî fikir û diyardeya ku ev ferd, ev kom û civat xwe dispêrin (çiqasî jî fikrî bi tenê be) jiyaneke din, yan jî jiyandineke derveyi rastiya heyi ya modernîteya kapîtalîst, bi tena serê xwe lêgerînek e. Hûnera esasî ya ku di vê çemberê de bi baldarî pêwîst e bê dîtin, ew e ku ev buyer lazim e bi bingeheke felsefî û dîrokî bê mêze kirin. Ev gûftogoya ku bi salane bi taybetî di nava çember û civatên antî-sîstem de tê kirin, ger bi baldarî nebe diyalog, û li şûna wê bibe monologeke gazincwarî, em ê lêgerîna heyi bi tenê parçe bikin

Armanc, yekgirtina anarşîst, sosyalîst, femînîst, marxîst û yên din e. Mirov, hem bi cûdahiyên xwe, hem jî bi aliyên xwe yên ku dişibin aliyê hember ve, tên ba hevdû. Ev yek, di gelek rê û resman heta di baweriyan de jî heye. Em dikarin mînaka Quranê bidin. Ji Sura 49, paragrafê 13êmîn ji beşê “Al-Hucûrat” gotineke wisa heye: “Ey, mirovno! Min hûn mîna zilam û jin afirandin û we di nava gel û eşîran de dabeş kir, ji bo ku hûn hevdû nas bikin.” Mebesta me bi van mînakan ew e ku mirov ne hebûneke ku parçe dike. Ev miletek be, baweriyek be heta rastiyeke civakê be. Di ferq û cudahiyên xwe de jî, bi ahengekê dikare jiyan bike. Rûxmê di hemuyan de, noqteya “mirovbûnê” heye. “mirovperest” û “mirovahîperestî” ne heman tişt e. Yek, xwe dispêre fikra ku mirovî bixe navenda her tiştî û hawirdora xwe, zindiyên li rexê xwe winda bike. Ya din, xwe dispêre fikra ku zindiyeke “serwer” nîne. Lê qencî û xirabî heye. Di nav van xetên zirav û paralêl de, xwe bi awayê herî zelal dide der û di nava vê rastiyê de jî dispêre rastiya ku xizmeta mirovahiyê bike. Wekî me li jor jî aniye ser ziman, rastiyên civakî lazim e bi bingeheke felsefî bên destgirtin. Gava em li rengê kesk ji bo nûmûne dinêrin, gelo bi rastî “hema kesk e” yan jî pêkhateya wê ji çend rengan ve “keska” ku em dibînin pêkan dike? Gava em qala welatekî jî bikin, ne sînorên ku hatine xêzkirin hebûnê pêkan dikin.

Ne yekrengiya wê jî vê dike. Lê belê ferq û cûdahî, berovajiya hemrengiyê û di nav vê pir-rengiyê de, wekhêvî vana hemuyan pêkan dike. Ev dibe welatek azad. Em bêgûman bi “welat” ne qala dewletekê dikin. Em qala cîhanê dikin. Mînaka têoriya “ferd û civak” yan jî “civak û ferd” heye. Rêber Abdullah Öcalan di vê mînakê de qala azadî û şêweyê jiyankirina ferdekî dike, di heman demê de di şexsê wî de, civakê jî digre dest. Ma civak ji kê yan çi pêk tê? Ez im, Tu yi û yê dîtir e. Di civaka ku ferdên kujer hebin, ferdên desthilatdar hebin, gelo civak pêkan e? Mebesta Rêber Abdullah Öcalan bi vê yekê ve, ew e ku di cîhanê de tiştek ji hev nayê qut yan parçe kirin. Di mîtolojî û baweriyan de, tim çîrok tên vegotin ku qenciya mirovahiyê îfade dikin. Di vê îfadekirinê de, di teyisandin heta belavbûna wê de yekgirtin lazim e hebe. Mixabin, di roja me ya îro de cûdahiyên civatekê dibin sedem ku yekparebûn yan jî hevgirtin çênebin. Lê belê mînaka Bakûr û Rojhilatê Suriyê, yanî Rojava ber bi çav e.

Di heremeke ku Çerkez, Kurd, Ereb, Tirkmen, Sûryanî, Êzidî û Elewî bi hevdû re jiyan dikin, îspata yekgirtina gelan e. Ev yek di deverên din de jî pêkan e. Ger xeyaleke ku mirov xwe dispêrin wê hebe, yekgirtina gelan jî pêkan e. Qasî ku hemrengî xwe dispêre hev, ewçendî jî cûdahî xwe dispêrin hev. Gava ku ev jî pêk were, em dikarin qala “yekîtiyê” bikin. Mesela ne partiyek e. Ewçendî jî, babeta me yê esasî ne hema “tevgerek” e. Em qala pêkanbûna xeyalan ku di dilê her mirovekî ku xwe ji sedî yek jî bispêre mirovahiyê dikin. Gotineke Rêber Abdullah Öcalan ji pirtûka “Dîrok di roja me de veşartî ye.” Dibêje: “Her kes mirovê “veşartî” bi min re dibîne. Miroveke di quncika dil de veşartî heye. Ev hem nêz e, lê pir veşartî ye. Hûn dikarin min, mîna pêkhateya wê dest bigrin, ev jî ez im.” Tiştê ku Rêber Abdullah Öcalan dixwaze îfade bike, ruh e. Fikir û ruh gava ku di oxira xeyalekî de hev girtin, wê ûtopya vegere “kêlî.” Û ev kêlî, kêliyên jiyana azad in.