Hesta girêdayîbûnê bi welat re hesteke xwezayî ye. Girêdayîbûn bingehê sereke ye ji bo
diyarkirina helwesta kesekî û diyar dike ka di nîşandana kiryarên kesane de çi rolê heye.
Hinek caran ruhiyeta girêdayîbûnê ew qas xurt dibe ku mirov jiyana xwe jî dide da ku welatê
ku pê ve girêdayî ye biparêze .
Ji ber ku ax pênaseya her neteweyekê ye, her neteweyek ku li ser axa xwe tune be an jî
dagirkirî be, hebûn û mayîna wê li ber windabûn û tunebûnê dimîne. Bi taybetî jî ew axa ku
jiyan li wir dest pê kiriye; ji bo me Kurdan ew Mezopotamya ye .
Axa Mezopotamyayê ew ax e ku wekî lalaneya şaristaniyê û mirovahiyê tê naskirin û
Kurdistanê dihewîne. Eşkere ye ku ew ji aliyê jin/dayikê ve vejiyaye û nûve bûye. Serdema
vejînê ya di destê jin/dayikê de di dîroka civakî ya xwezayî de serdemeke pir geş û pêşketî
bû. Gelek ji wan pêşketinên ku heta roja îro jî bi me re ne, dikarin kok û bingeha xwe
vegerînin ser vê serdemê; wek şoreşa çandiniyê, avakirina gundan, bingehên bazirganîyê,
malbata dayik-navend, eşîr û rêxistina eşîretî .
Gelek rê, amûr û keresteyên ku heta niha jî em sûdê ji wan werdigirin, piştgirî didin keşf û
dahênanên ku ji aliyê jinên wê serdemê ve hatine dîtin. Wek nimûne: bikaranîna baş a giya û
nebatan, malîkirina heywanan, çandina nebatan, avakirina cihên rûniştinê (xaniyan), teşî,
destar, mezin kirina zarokan û gelek tiştên din ...
“ Rêber Apo dibêje: ‘Perestina dayikê wekî xwedawendekê di wê serdemê de zêdetir nîşana
rêzgirtina ji dayikê bû, ne tenê perestina têgehekî abstrakt a zayînê. Di heman demê de,
pergala matriyarkî ya li ser bingeha dayik/jinê, kok û bingeha dîrokî ya têgeha dayikê ye ku
heta niha jî hemû civak rêzê ji wê digirin û desthilatdariya dayikê qebûl dikin. Dayik vê
desthilatdariyê dixwaze, ji ber ku dayik toxmê sereke yê jiyanê ye. Dayik hem jiyanê dide
hem jî bi rêya perwerde û mezin kirinê, heta di şert û mercên herî xerab de jî domandina
jiyanê pêk tîne. Bê guman her çand û pergala matriyarkî ya ku li ser bingeha van
qebûlkirinên de ava bûye, rêzeke mezin ji jinê re heye. Sedema sereke ya mayîna têgeha
dayikê ew rastiya ye ku dayik bê şert û merc bingeha mirov û jiyana civakî ye; ne tenê ji ber
ku xwedî şiyana zayînê ye ”’.
Berevajî civaka modern, civaka serdema neolîtîk têkiliya xwe bi xweza û jîngehê re
parastibû. Ji bo wan xweza jî wekî wan zindî bû. Di vê serdemê de girêdana jinê bi axê re pir
eşkere bû. Jin û ax bûne du aliyên ku ji hev nayên qut kirin û hev temam dikin. Ji ber vê yekê
jin bi dilsozî welat û axa xwe diparêze .Dewlet û dagirker bi zihniyeta xwe ya cinsiyetperest hay ji vê têkiliya navbera jin û xwezayê
hene. Her dem di hewildana qutkirin û tunekirina vê têkiliya hêz û pîroz de ne. Lê wekî ku tê
dîtin, jin û xweza têkiliyek wisa kûr û bi kok ve girêdayî hene ku hewildanên dagirker û
cinsiyetperest bandorê li ser wan nakin .
Pêwîste em amaje bikin ku bi mixabin gelê Kurd ji demên kevn ve rastî zordarî û dagirkirinê
hatiye û welatê wî hatiye parçekirin. Di nav vê dagirkirin û parçekirina Kurdistanê de, yên ku
herî ziyan dîtin jin û ax bûn .
Jenosîda jin û jîngehê ya Kurdistanê di vê sedsala 21’an de ji aliyê dagirkeran ve bi awayekî
eşkere tê dîtin, û dewleta dagirker a Tirkiyeyê serîlêdana vê tunekirinê ye .
Siyaseta tunekirin û şewitandina daristanên Kurdistanê pirsgirêkeke giştî ye; ne tenê taybetî
herêmekê ye, lê hemû Kurdistanê digire nav xwe. Bi awayekî sistematîk û bi bahane û
awayên cuda, dewlemendiyên neteweyî yên me dibin armanc .
Wek nimûne, birîn û ji kokê derxistina daran zeytûnê yên Efrînê ji aliyê dewleta dagirker a
Tirkiyeyê ve yek ji wan sûcên dagirkirinê ye. Di heman demê de, di dirêjahiya vê dagirkirinê
de rojane em dibihîzin ku jin tên kuştin û revandin ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve .
Her wiha şewitandina daristanên Bakurê Kurdistanê, avakirina bendavan ji aliyê Tirkiyeyê
ve, şewitandin û birîna daristanên Başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên qedexekirî, û
topbarankirina herêmên sînorî ji aliyê rejîma Îranê ve û gelek tiştên din ...
Lê ji ber girêdana jinê bi axa xwe re, em dît ku dema daran zeytûnê tên birîn û talankirin, jin
xwe dikin qalxan ji bo parastina wan daran. Her wiha dema ku daristanên Rojhilatê
Kurdistanê bi qestî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin şewitandin, jin pêşengiya vemirandina agir
kirin û bi dilekî tije û hesteke kûr daristanên xwe xilas kirin .
Her wiha di dema hewildanên dagirkirinê yên dewletên hegemon û çeteyên wan li dijî Rojava
û birîna pora jinên şervan de, jin li hemû Kurdistan û cîhanê rabûn ser piyan, sed hezar por
hûnandin û wekî têlên darê li stûyê dagirkeran xistin .
Ev rastî destnîşan dike ku her çend dagirker berdewam bin di êrîş û pêlêdanê de, jin dev ji
parastina axa xwe bernadin. Ji ber ku jin bi hişmendiya xwe ya dîrokî dizanin ku tu netewe
bê ax nikare bijî û xwe ji qirkirinê biparêze .
Pergala patriyarkî bi rêya biryar, plan û projeyên xwe yên ku jin tê de tune ne, cîhan kiriye
cihê ku jiyan lê dijwar e. Jin rastî encamên herî xirab tên. Li gorî Rêber Apo, “jin kevintirîn û
dawîtirîn karkerê bê mûçe û destê karê herî erzan e. Di dîroka patriyarkî de jin tenê wekî tişt
û mal tê dîtin. Hemû qadên pergala patriyarkî bi mekanîzmayên çewsandinê yên bê sînor
girêdayî ne ku li ser jinan têne ceribandin. Jin wek dayika hemû karkeran, xwedîya karê bê
mûçe, karkerê herî erzan, bêkarê herî zêde, çavkaniya bê sînor a hez û zordariya mêran,
makîneya zayînê, mamosteya mezin kirina zarokan, amûra reklamê û hwd. tê bikaranîn ”.
Pirs ev e: gelo dikare sedsala 21’an bibe sedsala rizgariya jinê? Ji bo ku ew çewsandina
pir-alî ya li ser jinê ku hemû qadên jiyanê girtine bin rakirin, pêwîste em bang bikin ku
“sedsala 21’an divê bibe sedsala azadiya jinê ”.
Em divê xebateke civakî pêş bixin ku jin di hemû qadan de bibin aktor, li hemberî pergalên
ku patriyarkî li wan ava kiriye. “Azadî û wekhevîya jinan tenê girîngiya azadî û wekhevîya
civakî nîşan nade. Ev yek hewceyî teori, bername, rêxistin û mekanîzmayên pratîkî dike.
Girîngtir jî ew e ku siyaseta demokratîk bê jin nikare hebe; her wiha aşîtî û jîngeh jî nikarin
bê parastin an pêşve biçin ”.
Ez bawer im ku sedsala 21’an di bin krîza sermayedariyê de yek ji wan sedsalên herî dijwar
e ji bo jin û jîngehê. Ev êrîş li hin welatan tenê di asta pergala desthilatdar de bû, lê li
Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê hem ji aliyê dewletan hem jî dagirkeran ve bi
awayekî tund hate meşandin .
Pêwîste em baş bizanin ku çavkaniya bingehîn a vê krîzê di mekanîzma û zihniyeta êrîşkar
a dewlet, patriyarkî û civaka çînî de ye ku li dijî nasnameya jinê û civakbûna wê ye, û
bingehên xwe li ser cinsiyetperestî, pîşesazî û dagirkirina xwezayê ava kiriye .
Bê guman, xwe rêxistinkirin li hemberî hemû van êrîşan li ser bingeha zanîna dîrokî, gotûbêj
û berxwedanê, roj bi roj me bihêztir dike. Yên ku îro herî zêde rastî êrîşan tên, jinên Kurd û
gelên Rojhilata Navîn in .
Bi îsrar li ser zihniyeta dewlet-netewe û şerê li erd û ezmanan, bi piştgirîya hêzên
navdewletî, ev êrîş berdewam e. Lê jin tu carî gavên paşve neavêtine, her çend rastî gelek
şêweyên tundûtûjiyê hatine; çi ji aliyê dewletê be, çi ji civak û malê, yan jî li cihê karê.
Berevajî vê, bi awayekî afirîner û ji bo jiyaneke azad, rêxistinên xwe yên taybet pêş xistine û
astengên patriyarkiyê yek bi yek şikandine .
Dema em dîrokekê dixwînin ku bi qelemê jinê hatiye nivîsandin, ne dijwar e ku em hemû
şêweyên êrîşan fam bikin ku li dijî jinê hatine kirin. Lê ne dijwar e jî ku em bizanin xwediyên
wê zihniyetê hemû ji heman çavkaniyê avê vedixwin .
Di vê qonaxê de, her çend jin belav û perçe perçe bin jî, hêvî heye ku jin di asta herêmî de
hêzeke guherîner in. Heke li dora yekê bicivin, dikare bibin hêzeke mezin di asta
navneteweyî de û bibin çavkaniya hêvîyê .
Bi pergala konfederalîzma jinan, hem li ser bingeha azadiya jinê, prensîbên jiyaneke ekolojîk
û demokratîk, çanda xweparastin û xweseriya civakî, hem jî li ser bingeha yekîtiya neteweyî
û hevkariya enternasyonalîst, em ne tenê li ser bingeha utopyayê, lê li ser bingeha
hewceyiyeke îroyîn dikarin xwe rêxistin bikin .
Ji aliyê Jineolojiyê ve em dikarin bêjin: “Sedsala 21’an dê bibe sedsala jinê.” Ji ber ku
têkiliyên êrîşên siyasî yên rojane li ser jinê û têkoşîna wê ji bo nasnameyê, ji ezmûnên dîrokî
yên civakî nayên qutkirin .
Ez bawer im ku ev sedsal dê bibe wê sedsalê ku jin bibin xwediyê rastîn ê kampanyaya
demokrasiyê û deriyek ji bo şoreşa civakî û rizgariya hemû mirovahiyê. Ji ber ku bêguman
rizgariya jinê rizgariya civakê ye, û heta jin azad nebe civak û mirovahî jî azad nabin .
Di dawiyê de, heta em bi jin û jîngehê re aştiyê nekevin, gihiştina jiyaneke azad û bi manayê
dijwar e .
Çavkanî :
- Azadkirina Jiyanê; Şoreşa Jinan, çapê yekem, 2023 . - Sedsala 21’an Sedsala Jinê ye
Nivîskar / Varuna Z
