Heywan jî bi komî dijîn, lê belê alema heywanan cuda ye. “Di heywanan de avaniyeke mîmetîk (teqlîdkar) heye, ew bi însîq (ajo-güdü) û teqlîdê dixebitin. Belê, di mirov de jî ajo û meyla teqlîdkariyê heye. Ev meyla teqlîdkariyê ya behsa wê tê kirin, ji qonaxa heywanî ve maye. Tebeqeya herî jêr a mêjî ji heywanan maye. Mêjiyê kevn berpirsê însîqê ye. Ramana mîtîk (efsanewî) rewa, ramana mîmetîk derbas dike. Nûnertiya wê ya di mêjî de jî, ew beşa ku em jê re dibêjin mêjiyê navîn e. Mirov, di bin berpirsiyariya wê de dibe mirov. Mirovekî ku ramana mîtîk tê de pêş ketiye, bi rastî mirovê ku bi mêjiyê navîn hatiye afirandin e. Bê guman ev hemû di nava hev de ne. Tiştekî wisa nîne ku mirov wek bi kêrê bibire ji hev veqetîne û qat bi qat bilind bibe. Gerdûneke bêhempa heye ku hemû di nava hev de ne.”
