Veguherîna civakî û rengê nu û yê Azadiyê Şoreşa jinê, di sedsala 21'an de ne tenê wekî guhertineke siyasî, lê wekî şoreşeke hişmendî û jiyanî li herêmê, bi taybetî li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) şîn bû. Ev tevger radigihîne ku rûmeta civakê û azadiya rasteqîn tenê gava ku jin azad bibe pêkan e.

Li ser vê bingehê, şoreşê sîstemeke nû ya jiyanê ava kir ku tê de jin ne di bin siya tu desthilatdariyê de ye, lê avaker û pêşenga sîstemê bixwe ye. Hêza herî mezin a vê şoreşê ji aliyê wê yê felsefî û akademîk tê.


Ev felsefe xwe dispêre "Jineolojî"yê, ango "Zanista Jinê". Jineolojî dîroka ku ji aliyê hişmendiya baviksalar ve hatî nivîsandin rexne dike û li şûna wê zanisteke ku jiyan, civak û jinê bi hev re dide famkirin, ava dike.

Ev nêzîkatiya teorîk di jiyana pênasî û rêveberiyê de jî bi pergala "Hevserokatî"yê dibe bersiv. Li hemû şaredarî, sazî, meclîs û komînan, ji bo her postekî rêveberiyê jin û mêr bi hev re, bi mafên wekhev cih digirin. Ev model nahêle ku desthilatdarî tenê di destê yek zayendî de bimîne. û ji bikaribe pêşengiyek rast ji civakê re bike...