Veysi Aktaş ê ku ev salên dirêj e di nava têkoşîna azadiyê de cih digire û li Îmraliyê di wezifeya sekreteryayê de li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan e; azadiya jinê, hişmendiya mêrserwer, jiyana komunal, fêmkirina civaka demokratîk û rola ciwanan ji Bêjing Medyayê re nirxand.

Pirs 1


"Azadiya jinê, pîvana azadîya civakê ye"
Em dizanin ku hûn ev salên dirêj’e di nav têkoşîna azadîyê de ne û bi taybetî li Îmraliyê di sekreteryaya Rêber Apo de bûn. Nêzîkatiya Rêber Abdullah Ocalan’a ji bo têkoşîna azadîya jinê çawa ye? Wekî hevalekî mêr, ev nêzîkatî di we de bû sedema çi guhertinan?

Veysi Aktaş:
Rêber Apo nakokiya zayendî wekî serê nakokiyên civakî dibîne. Heta ku ev nakokî çareser nebe, rastiya desthilatdarî û dewletê nayê derbaskirin. Destpêka pirsgirêka civakî jî bi nakokîya zayendî re ye. Ev rewş bi mêrê ku li dora klûba nêçîrvaniyê xwe bi rêxistin kiriye, pêşî jin û zarok nêçîr kirin û ew kirin kole, dest pê dike. Di vî warî de, çewisandına yekem û çîna yekem jin’e. Nakokîya çînî an jî wekî ku îro tê gotin nakokiya ked û sermayeyê, piştî nakokÎya zayendî tê. Heta ku nakokîya zayendî çareser nebe, nakokîya ked-sermayeyê, nakokîya birêvebir-birêvebirî û nakokîya xweza-mirov çareser bibe jî metirsiya desthilatdarî û dewletê ji navê ranabe.

Bêguman û teqez, bi çareserkirina nakokîya zayendî re cîhanek wisa gengaz dibe ku dewlet û desthilatdariyê qebul neke, bi tevahî pişta xwe dide kedê, bê mêtîngerî ye û her wiha komînal e. Heta ku nakokîya zayendî hebe, her dem metirsîya paşveçûnê heye. Jixwe xala ku sosyalîzma reel an jî bi giştî ekola Marksîst tê de şaş bûye ev e. Her çend wan dîtibe ku jin hatîye windakirin û tespîta "asta azadîya jinê, asta azadîya civakê diyar dike" kiribin jî, ji ber ku wan her tişt bi çareserkirina nakokîya ked-sermayeyê ve girê da, rastiyek derket holê: Nakokîya ked-sermayeyê çareser bû, lê pirsgirêka azadîya jinê çareser nebû.

Bi taybetî di serdema Stalin de, bi hinceta parastina welat, şandina jinan’a ji bo malê û ji bo zarokanînê, pirsgirêka zayenda bindest bêtir giran kir. Di Almanyaya Nazî de jî nêzîkatiyên mîna yên Rûsyaya Sovyetê yên ji bo jinê hebûn.

Mirov dikare vê eşkere bike: Sosyalîzmeke ku azadiya jin’ê pêk neyne, nikare jiyana xwe bidomîne. Heta sosyalîzmeke ku pişta xwe dide dewletê, gava em bi azadiya jin’ê re bifikirin, di dawiya roj’ê de ji ber desthilatdariya li ser xwe, teqez dê dîsa bigihîje kapîtalîzmê.

Ji ber vê çendê, Rêber Apo dîyar dike ku merca yekem a sosyalîstbûnê, parastina azadîya jin’ê ye; bi jin’ê re hevaltî û jiyaneke rast e. Ji ber ku pejirandina azadîya jinê tê wateya redkirina hemû şêweyên desthilatdariyê, çi di asta makro de çi jî di asta mîkro de.

Wekî ku hûn jî dizanin, xeta Rêbertiyê ya azadîxwaziya jin’ê, bi taybetî li dora têgehên “Jineolojî” û “jiyana hevbeş a azad” şêwaz digire. Ev nêzîkatî koletiya jinê wekî yekemîn û bingehîn şêwazê mêtingeriya dîrokê dibîne; serdestiya mêr jî bi “şikandina zayendî” ya di destpêka şaristanîyê de girê dide.

Gotina Rêbertiyê ya “kuştina mêr” mecazî ye û armanca wê guhertina mêraniya baviksalar e di asta îdeolojîk û kesayetî de. Mêrên ku di çandên feodal an burjuva de mezin bûne, bi giştî xwedî taybetmendîyên wekî xwedîderketin (mêlkirin), çavnebarî, têgihîştina namûsê, avahîya malbatê ya hîyerarşîk û deshilatdarî ya li ser jin’ê ne. Rêbertiyê van hemû taybetmendiyan wekî “hişmendiya serdest a mêr a koleker” rexne dike û di van mijaran de guhertinekê diparêze.

Pirs 2

"Mêrê ku fêrî jiyana bi jinê re nebûyîbe, nikare bibe sosyalîst"
Rêber Abdullah Ocalan eşkerekirina “Mêrê ku fêrî jiyana bi jin’ê re nebûyîbe, nikare bibe sosyalîst” kir. Çêkirina jiyaneke sosyalîst a mêrekî bi jinê re tê çi wateyê?

Veysi Aktaş:
Berî her tiştî divê em jin’ê wekî wekheva xwe bibînin. Ji bo vê yekê divê em xwe ji hemû nêzîkatiyên hişmendiya baviksalar ên li ser jin’ê rizgar bikin. Ya rast, divê em vê hişmendiyê bi tevahî derbas bikin.

Hişmendîya “Jin ne Misilmanek e, lê ji bo her Misilmankî pêwîst e” an jî di pratîka sosyalîzma reel de hişmendîya “Jin ne sosyalîst e, lê ji bo her sosyalîstekî pêwîst e” divê ji her alî ve were derbaskirin.

Divê em kesayetîya xwe ji van şêwazên tevgerê yên ku di qada jiyana civakî de li jinê têne ferzkirin, paqij bikin. Di heman demê de, divê jin jî xwe ji wî rolê ku di dirêjahiya dîrokê de mêr jê re diyar kirîye, ango ji koletiyê rizgar bike.

Jin’a azad mêrê azad, mêrê azad jî jina azad dixwaze. Gava ku yek ji alîyan kole be, an jî xwe ji koletiyê û hişmendiya wê paqij neke, ev pêvajoya azadîyê nîvço dimîne. Qada azadîyê ya nîvço mayî jî di ser zayendê re bi têkilîyeke desthilatdarîyê tijî dibe. Ev jî dibe sedem ku çîroka kevneşopî bi şêwazekî din berdewam bike. Ji bo vê yekê, divê em mêr zimanekî bê alî û têgihîştineke nû ya exlaqî ku normên wê azadîya zayendî esas digire, bipejirînin.

Pirs 3

"Sîstema serdestiya mêr xwe bi şêwazên cuda didomîne"
“Di manifestoyê de tê diyarkirin ku ‘çanda mêrê nêçîrvan’ a ku di dîrokê de pêş ketiye, bi demê re veguherîye sîstemeke serdest a birêxistinkirî û ev sîstem xwe di ser qirkirina jinê re didomîne. Îro ev sîstema serdest a mêr bi kîjan rêbazan xwe nû dike? Bi taybetî di nav dewlet, malbat, medya û modernîteya kapîtalîst de hişmendiya dijminatîya jinê çawa tê rêxistin kirin?”

Veysi Aktaş:
Modernîteya kapîtalîst, hişmendîya baviksalar a ku di mêrê nêçîrvan de şênber bûye, bi tevahî derbas nekiriye. Tenê ew hinekî zirav kiriye û bi rê û rêbazên hîlekar, sînsî û xetertir didomîne. Dayîna serokatîya malbatê ji her du zayendan re û xwedî sermayebûna jinan, cewherê rastiyê naguherîne. Di mînakên herî pêşkeftî yên modernîteya kapîtalîst de jî, li jinên serkeftî bi nasnameya jinê nanêrin. Wan wekî mêr û ji xwe dibînin.

Ji ber ku hişmendîya serdest a di wan de, hişmendîya mêr e ku di rengê jinê de hatîye ziravkirin. Jin “ji bo xwe” ne jin e. Mêr jixwe mêr e. Ew jî baviksalarî û serdestiya mêr li gorî şert û mercên modernîteya kapîtalîst di ser çar linganre re dimeşîne: Zayendperestî, neteweperestî, dînperestî û zanistperestî.

Di zagona bingehîn de pejirandina jinê wekî welatîyek wekhev, di jiyana pratîk de di asta azadîya jin’ê de bersiva xwe nabîne. Ji ber ku koletîya îro di ser koletiya ruhanî re pêş dikeve ku ev şêwazê koletiyê yê herî xeternak e ji bo her du zayendan jî şêwazên koletiyê berdewam dikin.

Heta ev yek bi şêwazê herî fêlbaz tê kirin. Ji medyayê heya perwerdeyê, ji aboriyê heya çandê, ji siyasetê heya zanistê, di her qada jiyanê de mirov dikare bibîne ku mêr hîna jî serdest e û lîstikê ew ava dike. Jin her dem di rola duyemîn de ye, kesayetê alîkar e. Sînorên wê jî mêr diyar dike.

Di her qada jiyana civakî de qaîdeyên ku têne destnîşankirin, bi rengê mêr in. Normên exlaqî jî li gorî mêr bi şêwazekî zirav hatine serdestkirin. Di modernîteya kapîtalîst de jî, jin bi qasî ku dişibe mêr,qasîtê dîtin û di qada xwe an karê xwe de nirx dibîne.

Ji ber vê çendê, li hemberî vê nêzîkatiya fêlbaz divê di her qadê de têkoşîneke hevpar were meşandin û di vê têkoşînê de jiyanek wisa were avakirin ku zayend li ser hev desthilatdariyê nekin. Cîhaneke din (jiyaneke azad, demokratîk, ekolojîk û komûnal) tenê bi pêşengiya jinê û di asta azadîya wê de gengaz’e.

Pirs 4

"Jiyana komînal, ji nû ve birêxistinkirina civakê ye"
Jiyana komîn çawa tê pêşxistin? Modeleke malbatê ya demokratîk û azad hewceyî çi ye?

Veysi Aktaş:
Di dîroka mirovahiyê de, birêxistinbûna di asta civakê de bi komîna klanê ya dayiksalar dest pê dike. Asayî, civak tê wateya komînê. Lê belê ji sîstema koledar a ku mêrê nêçîrvan li ser jin û zarokan pêş xistiye û heta civakên îro, rûyê komînal hatiye lawazkirin.

Îro civaka modernîteya kapîtalîst jî ji aliyekî ve komînal e. Ji ber ku di her qada jiyanê de kar bi parvekirina kar û bi şêwazekî kolektîf têne kirin. Pirsgirêka bingehîn ev e ku girtina biryaran, pêvajoyên nîqaşê û parvekirina dahatê  bi şêwazekî komînal û demokratîk nîn e.

Heta niha ti sîstemek komînbunê bi tevahî ji holê nerakiriye. Ji ber ku ji navbirina komînê, tê wateya ji navbirina civakê. Ev jî nakeve xizmeta ti sîstemeke serdest.

Bi rêxistinbûna komînê dê ji tiştên hêsan ber bi tiştên tevlihev ve pêş bikeve. Ji kolanê ber bi taxê, ji taxê ber bi navçeyê, ji navçeyê ber bi bajar û herêman ve dê belav bibe. Komîn dê bi encûmen û meclîsan ve bi hev ve werin girêdan.

Pirs 5

"Azadîya m
êr, di azadÎya jinê re derbas dibe"
“Di manifestoyê de tê diyarkirin ku sîstema serdestiya mêr ne tenê li ser jinê, di heman demê de li ser mêr jî bûye sedema rizandin û xirabûneke mezin. Îro krîza mêraniyê çawa tê jiyandin? Azadîya mêr çawa bi azadîya jin’ê ve girêdayî ye?”

Veysi Aktaş:
Di modernîteya kapîtalîst de mêr, kole û  nakokiya ked û sermayeyê ye. Di heman demê de ji ber mêtingeriya li ser axa xwe, koyeyê wê ye jî. Ango mêr hem di asta çînî de hem jî di asta neteweyî de di bin koletiyeke dualî de ye. Jin wekî serbarê vê, rûbirûyê koletiya zayendî jî dibe. Di encamê de mêr mehkûmî koletiyeke dualî, jin jî mehkûmî koletiyeke sê alî hatiye kirin.

Ji ber vê çendê mêr jî ne azad e. AzadÎya mêr di azadiya jinê re derbas dibe û azadiya jinê jî di azadiya mêr re derbas dibe.

Pirs 6

"Ciwan ew hêz in ku dê civaka azad a paşerojê ava bikin"
Peyvên paradîgma Rêber Abdullah Ocalan a azadîxwaziya jinê, divê ji bo jinên ciwan û mêrên ciwan çawa werin fêmkirin?

Veysi Aktaş:
Divê mêr vîna serbixwe ya jinê bipejirîne. Her weha di nav tevgera azadiyê de, şêwazê feodal ê wekî “kabadayî”, “serokê malbatê” an jî şêwazê burjuvaya biçûk ê wekî “bav/efendî” bi perwerdeya îdeolojîk tê rexnekirin; li şûna wê kesayetiyeke demokratîk, kolektîf, fedakar û ne zayendperest tê pêşxistin.

Divê mêr azadiya jinê wekî merca pêşîn a azadiya xwe qebûl bikin û bixin nav dil û mêjiyê xwe. Ev yek tê wateya “kuştina mêraniya kevneşopî”.

Gava jin û mêrên ciwan bixwazin paşeroja xwe ava bikin, yekane rêya vê yekê di manifestoyê re derbas dibe. Ragihandina vê manifestoyê ya ji bo paşerojê tenê bi ciwanan gengaz’e. Ji ber ku xwedî û avakerê paşerojê ciwan in. Perspektîfeke ku di nav ciwanan de şênber nebe, nikare rê bide pêşerojê.