Qumrîkê ser zinaran,
Belê, delala ser zinaran
Kulîlka di nava daran
Belê, kulîlka di nava daran
Xulam çavên reş belek,
Qumrîkê dan neyaran.
Qela Qumriyê, di navbera bajarê Zaxo û Amêdiyê, li başûrê welat disekine. Li milê xwe yê bakûr Qileban û Colemêrg disekine. Ango di navbera bakûr û başûrê welat de ye. Mirov li ber re derbas bibe, mirov dibîne ku li ser girekê mezin û bilind cihê xwe digre. Dema mirov ji jêr ve dinêre, pir bilind xuya dike, ji qeleyekê zêdetir wekî kevirekî pir mezin xuya dike. Lê ji jor ve mêze kirin û nêzbûyîn, dihêle ku mirov şeklê wê bi zelalî bibîne. Mirov li dora wê bimeşe, mirov rû bi rûyê avek sar a kaniyê tê, di heman demê de bi dehan darên gûzan dibîne.
Bi tenê lê mêze kirin têrê nake, li aliyekî ji ber ku bi sedan şer di dîroka me Kurdan de li wir hatin jiyan kirin, dîwarên qelê kêmek xirabe û rûxiya ne. Hem xaniyên xirabe yên şêniyên herêmê ku di pêvajoya rejîma BAAS de ji aliyê leşkerên Saddam Hussein ve hatine xirab kirin.
Di heman demê de, hîna jî hem biryargeh hem dîwarên mangeyên nexweşxaneya Dr. Şivan (Sait Kırmızıtoprak) diyar in ku li heman cihî, li nêzî gundê Dêşêşê, girêdayî herêma Berwarî Bala bi hevalên xwe ji hêla çeteyên malbata Barzanî ve tê qetil kirin. Qela Qumriyê ewqasî bilind e, ku dema ku tu diçe cihê herî jorîn ê qelê, tu hemû çiyayên Metîna dibînî. Xwezî zimanekê qelê hebûya ku şahîdiya xwe anîba ser ziman. Gelo, çend lehengên Kurdan li ber xwe dane? Tê gotin ku berî hezar salan hatiye çêkirin.
