Salên dûr û dirêj derbas dibin, li Qela Qumrîye komkujî û jandariya ku gelê Kurd tê de derbas dibin, bi şêweyekî bi êş û jan didomin. Cihên toplêketî, ruxiyayî û xirabe yên qela Qumriyê bêdeng şahidiya xwe bi hebûna xwe vedibêjin. Rojekê mêrek Xiristiyan, bi navê Gêmar Mis, ku di heman demê xelkê herêmê ye ber qela Qumriyê derbas dibe û biryara tamîrkirina qelê dide. Bi rojan, bi mehan û bi salan pê re mijûl dibe ji bo ku qela Qumriyê dîsa ava bibe. Dibe ku dîwarên ruxiyayî tamîr kiribin, lê êşa ku hem qela Qumriyê hem gelê heremê ki şandî, nedihat tamîr yan derman kirin. Keça Gêmar Mis, bi navê Qumrî, jinek ciwan a ku ji her kesî ve dihat hezkirin hebû. Qumrî, jinek ciwan a zane, xwedî sekn a ku bi dilnizmbûna xwe dihat naskirin bû. Lê rojekê, di navbera wê û birayê wê şerek dijwar a ku sedema wê nayê zanîn, derdikeve. Şerekê wisa ye, ku Qumrî gelekî jê bandor dibe. Ji ber ku êdî nikare zilma birayê xwe tehemûl bike, diçe cihê herî bilind ê qelê. Li jor, li wan çiyayan mêze dike, henaseyek kûr dikşîne û xwe berdide jêr. Navê qelê, navê xwe ji jina ciwan a bi navê Qumrî digre. Êdî navê wê qelê dibe qela Qumriyê. Cihê ku Qumrî lê can daye hîn jî, ji aliyê gelê herêmê ve pîroz û wekî ziyaret dîtin.
Çîrokek din jî heye, ku li qela Qumriyê rû da. Qela Qumriyê ji hêla Osmaniyan ve êriş hatiye birina ser. Ji ber ku di wê salê de rezên tirî fêkî nedaye, mîrê Qumriyê naxwaze bacê bide. Şerek derdikeve û 38 kesên ku xwestin bacê bigrin, di wî şerî de tên kuştin. Piştî ku ev xeber diçe guhê Osmaniyan, bi hêjmarek leşker tên û êrîş dikin. Tê gotin ku mîrê qelê, ji bo ku bikaribe şerek demdirêj bi dijwarî bide meşandin, gelek sarincên avê ava dike. Jixwe dema mirov di nava qelê de digere, mirov bi dehan sarincên avê yên wê demê dibîne. Li gor derfetên wê demê, bi kîlometroyên rêkên avê hatine çêkirin û ev rêk li dora qelê di nava erdê de heta qelê bi xwe tê. Demek pir dirêj qela Qumriyê li ber xwe dide, ji ber ku mîrê qelê, bi rastî jî tedbîr û amadekariyên pêwîst bûn kirin ji bo ku şerê wî demdirêj be û serbikeve. Ewqasî li ber xwe dide ku Osmanî biryara çûyînê didin, ji ber ku nikarin li hemberî mîrê Qumriyê êdî şer bikin. Tam dema ku amadekariyên terkkirina wê derê dikin, çemkê îxanetê ber bi qela Qumriyê ve diherike û Mîrek din ê herêmê di huzura qelê de, darên gûzê û Osmaniyên xwînxwar radibe û dibêje: ‘’Neçin! Ez ê hemû rêkên avê nîşanî we bidim. Sedema ku ev mîr binakeve av e! Heger hûn hemû rêkên avê qut bikin, wê ava wî ya di hundirê qelê de jî nemîne û wê bimire!’’ Osmanî bêgûman vê yekê dicerbînin. Rêkên avê qut dikin û piştî demekî, ava di sarincên hundirê qelê de jî xilas dibe. Mîrê qela Qumriyê neçar dimîne ku teslîm bibe. Tê gotin ku padîşahê Osmaniyan bawerî nade wî mîrê îxanetkar û tifinga xwe li wî dizivrîne û dibêje: ‘’Tu bi kêr me jî nayê. Wê sibê, tu li me jî îxanetê bikî. Heqê te jî mirin e.’’ Û wî jî, didin ber topan û dikujin.
“Qumrîkê ser zinaran,
Belê, delalê ser zinaran
Kulîlka di nava daran
Belê, kulîlka di nava daran
Xulam çavêt reş belek,
Qumrîkê dan neyaran.”
