Bi şoreşa Rojava, derfetapêkanîna weyalên Rêber Ocelan çêbû. Bi keda jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinê warên xwe bi keda xwe ava kirin. Jinwar bi pêşengtiya Akademiya Jineolojî, Kongra Star û saziyên jinan re bi kedeke hevbeş hate avakirin.
Avakirina gund di sala 2017‘an de dest pê kir. Gund di 25‘ê Mijdara 2018‘an de (Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê) hate vekirin. Jinwar li ser felsefe û şewazeke jiyanê dimeşe. Li vir jin xwe nas dikin, dibe warê pêkanîna xewn û xeyalên jinan. Di jiyana Jinwarê de pirrengî esas e.
Ji hemû ol, bawerî û neteweyan jin li vir bi cih dibin. Avahiyên gund, li ser bingeha jiyana xwezayî û piivanên ekolojîk li gorî kevneşopiya heremê bi kerpîcan hatiye çêkirin.
Di gundê jinê de hemê pêwîstiyên jiyanê tê peydakirin. Li gund, xaniyê mêvanan, dibistana zarokan, nanpêjxane, navenda tenduristiya xwezayî (SSIFA JIN), akademiya Jinwar û dikanek hene.
Li ser erda gund, darên fêkî û bistan hatine çandin. Sewal ji tên xwedîkirin. Jinên ku li gund dijîn, debara xwe li ser piivanên komiinal û ekolojîk pêk tînin. Bi kargeha duritin û karê destan jin û zarokên gund, hunerên xwe pêş dixin. Bi awayekî kolektîf nan û xwerina xwe çêdikin.
Di rêvebirina gund de cihê biyarê, meclisa gund e. Meclisa zarokan jî nêrîn, pêsniyar û rexneyên xwe ji meclisê re radigihîne. Her jineke ku li gund bi cih dibe, dibe endama meclisa gund û di plansazkirina jiyana gund de berpirsyar e. Dema bixwazin, serdana malbat û hevaleen xwe dikin, her weha jî mêvanên xwe li gund pêşwazî dikin.
Zarok jî tev li karên gund dibin. Perwerdeya zarokan bi dibistanê re sînordar namîne. Zarokên gund karê destan, huner û ziman fêr dibin.
