"Tê diyarkirin ku dabeşbûna zindiyan a weke mê û nêr vedigere 300 milyon sal berê. Bersiva ku dê ji bo pirsa 'çima dabeşbûneke wiha ya mê û nêr çêbûye' were dayîn jî, dê diyalektîka xwezayê bixwe be.
Her tişt xwedî du aliyan e (dûalî ye). Enerjî çawa bû madde, parçe bi çi awayî ji hev cuda bûn? Belê, di atomê de jî parçe hene, heger parçe nebin jixwe atom nabe. Madde çawa vedigere enerjiyê? Ew tiştên ku tên dîtin, stêrk, enerjiyên maddîbûyî ne. Giringiya formula Einstein jî ji vir tê ku fêmkirina vê mijarê pêkan dike. Bûyera mê û nêr jî dirêjahiya vê ye. Ne tiştekî li dijî geşbûna gerdûnê ye. Weke dirêjahiya wê, êdî hêdî hêdî di yek hebûnê de li şûna nakokiyê (dûalîbûnê), ji yekbûna hebûnên cuda pêk tê. 'Yek' dibe du parçe, hebûna mê û nêr ava dibe, gava her du dîsa dibin yek jî, du 'yek'an pêk tînin. Bi vî awayî hebûneke nêr a kûrkirî û hebûneke mê ya kûrkirî geş dibe.
Li vir giring e ku mirov behsa rola jinê bike. Cudahî û dabeşbûna mê û nêr ne tiştekî mucizevî ye, hewcedariya diyalektîka xwezayê ye. Cudahiyeke ku balstûniyekê (serdestiyekê) nîşan bide nîn e. Mêbûn ne serdestî ye, yan jî nêrbûn ne pîrozbûn e. Ev ne diyardeyên weha ne ku mirov encamên taybet jê derxîne. Ji ber diyalektîka xwezayê ev tişt dê çêbibin û dibin jî. Jixwe me ji vê re got cûdabûn. Heger cûdabûn nebe jiyan nabe. Wateta jiyanê bi cûdabûnê ve girêdayî ye. Xweza te bike du parçe jî, tu yê vê dabeşbûnê weke derfetekî azadiyê, weke cûdahiyekê bibînî. Wateya wê cûdahiyê heye; wateya mêbûnê jî heye, ya nêrbûnê jî. Ev yek di civakê de jî gihştiye cesed û şêwazekî; ya giring ew e ku mirov van nekin dijberî hev. Dijberkirina wan, destpêka pirsgirêkê bixwe ye."
