Nabe ku entegrasyona civakî û asîmîlasyon tevlîhev bibin. Entegrasyon; pêvajoya civakên xwedî nasnameyên cuda ye ku nasnameya xwe ya resen diparêzin û di nav sîstemeke civakî ya hevpar de bi hev re dijîn.Li gorî vê nêzîkatiya teorîk, divê entegrasyon li ser bingehê azadî û cihêrengiya civakî ava bibe. Civak; ji aliyê çandî, zimanî û baweriyê ve ji komên cuda pêk tê.
