Sarya Ertaş ku mîrasa dengbêjiyê ya ji malbata xwe deyn hildaye digihîne nifşên nû, diyar kir ku ew di nav Ma Musicê de di bin banê hilberîna komunal de cih digirin û weha got: ‘Em bi rengekî azad muzîkê çêdikin û bi zimanê xwe yê dayikê dibin şirîkê êş û şahiyên gelê xwe.’

Muzîkjen Sarya Ertaş ku di koma JinMAyê de cih digire û her weha Mamosteya Ma Musicê ye, bi xebatên xwe yên solo re hevdîtina xwe ya bi hezkiriyên muzîkê re didomîne. Berhemên bi navê “Yar Gulê” û “Dem û Dewran” ku hunermenda ciwan bi tena serê xwe (solo) weşandine, ji aliyê guhdaran ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Sarya Ertaş ku wekî yek ji şirovekarên ciwan û bihêz ên muzîka Kurdî dertê pêş, amadekariyên xwe yên ji bo projeya xwe ya nû jî didomîne. Muzîkjena ciwan, dê di demeke nêz de berhema bi navê “Oy Oy Lîmin” ku di hafizeyan de cih girtiye û aydî yek ji navên herî girîng ên kevneşopiya dengbêjiya Kurdî Karapêtê Xaço ye, ji nû ve şirove bike û pêşkêşî guhdaran bike. Ev xebat, dê hem mîraseke girîng a muzîka Kurdî ya gelerî bigihîne guhdarên îroyîn, hem jî dê xelekeke nû li rêwîtiya muzîkê ya solo ya Sarya Ertaşê zêde bike.