Jinen Ciwan û ciwan li beranberî politikaya deweleta Şamê ya li ser ziman li Rojava Dêrikê meşek li dar xistin. Di meşê de bertekê xwe bi siloganê ”bê ziman jiyan nabe raber kirin.” Her wiha ciwana piştî meşê  di vî derbarî de daxwiyaniyek jî dan,

Daxwiyanî wisa dewam dike

”Sînordarkirinên li beramberî Zimanê Kurdî ji hêla Hukumeta Vegûhez ve hê jî berdewam dike. Niha li bajarê Dêrikê di perwerde de Zimanê Kurdî tenê bi 2 demjimeran tê ditîn û xwendekarên keç û xort ji hev cûda dixwînin. Ev kiryarana li hemberî ziman û çanda me êrîş e. Bi wî awayî tê xwestin kû çanda me bê helandin û bişaftin pêk bê.

Em wekî xwendekarên dêrik bi ti awayî wan kiryarana qebûl nakin. Ev 15 sal in em bi zimanê xwe, bi çanda xwe perwerdeyê xwe didomînîn û em ti carî dev ji vê yekê bernadin. Divê Zimanê Kurdî bi awayekî fermî bibe zimanê perwerdehî û wekî mafekî esasî di destûrê de bê naskirin. Di heman demê pergalê kû xwendekarên keç û xort ji hev cûda perwerde dibînîn divê bê gûhartin. Em li hemberî êrîşên kû li ser çand û zimanê me tê her tim di tevgerê de bin. Divê êdî Hukumeta Vegûhez biryarên xwe sererast bike û xwestekên me pêk bîne.

-Yekîtiya Xwendekarên Dêrik

Piştî daxwiyaniyê, ciwana bi slogana bê ziman jiyan nabe ‘ çalakiya xwe bi dawî kirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *