Di 23ê Cotmehê li Başûrê Kurdistanêdi bin dirûşmeya “Bi pêşengatiya jinên ciwan, niha dema avakirina komînên azadiyê ye” de panelekî jinên ciwan hat lidarxistin. Panela ku bi tevlîbûna 40 jinên ciwan pêk hat de li ser pirsgirêkên dîrokî û rojaneyî yê jin hat nîqaşkirin û çareserî hate danîn.
Jinên ciwanên ku ji deverên cuda yên Başûr tevlî komxebatê bûn peyamên cur bi cur dan. Jina ciwan ya bi navê Kajîn Bergarê derbarê naveroka komxebatê de ji Bêjîng Medya re axivî û wiha got: Ji bo pirsgirêkê jin êdî destê me ket ser birînê. Ji ber vê em dikarin bêhtir li beranberî kiryarên şerê taybet xwe biparêzin û vê birîna xwe derman bikin.
Her wiha Kajîn Bergarê di derbarê komxebat de ev xal anîn ser ziman;
Îro, 23ê mehê, me komxebatek li dar xist. Mijara me ya yekem; di dîrokê de rola pêşeng ya jinan bû. Mijara me ya duyem jî ew bû ku jin çawa di qada dîjîtal û li ser torên civakî de rastî tundiyê tên. Her wiha ji bo fem kirina mijarê, me bi hûrgilî nîqaş kir. Ev nîqaşên me kirin ji bo me bu rêyek ku em bikaribin xwe biparêzin. Ji bo em hişyartir bibin da ku em ji bo civaka xwe bibin dengek û pêngavek. Li ser van mijaran me nîqaşên berfireh kirin.
Di komxebatê de derbarê van mijaran de gelek agahî û hişyariyên girîng hatin dayîn. Îro ev çend xalên hatin behskirin weke ku mîrov birîndar be û birîndariya xwe nizanibe. Bes di vê xebatê de em ketin ferqa birîna xwe. Ji ber wê jî emê baldariya xwe û hişyariya xwe zêdetir bikin, li ser van esasan emê xwe pêş bixin û di qada Başur de pêşengiyê bikin.
Di dîrokê de em dizanin ku jin her dem pêşeng bûye; hem di dîrokê de wisa bûye, hem jî niha divê bibe xwedî dengekî bilind. Ew nêrîna kevneperest a ku li ser me tê ferz kirin û şêweyekî şerê taybet e ku em wek ciwan û jinên ciwan pê re rûbirû ne. Em wek jin êdî dî ferqa van kîryaran de ne ji ber wê em êdî bêdeng namînin. Piştî demek dirêje em xebatek wisa li dar dixin. Ev xebat ji bo me hemûyan girîng bu, jî ber wê em naxwazin bi carekê re sînordar bimîne. Ji ber wê emê xebatê wisa di demên pêş de jî bidomînin. Di vê xebata îro de çil jinên ciwan em amade bûn. Em hemû jî dixwazin dengê jinan yê ku nayê bihîstîn bibîhîsin û wî dengî bigihînin her derê.
Kajîn Bergarê axaftina xwe bi solagana Jin, Jiyan, Azadî bidawî kir.
Her wiha jina ciwan ya bi navê Zina Azad jî peyamên wiha da:
“Berî her tiştî, ez spasiya amadekarên vê panelê dikim. Bi rastî jî panelên bi vî rengî gelekî girîng in. Civîna me ya ciwanan û bi taybetî ya jinên ciwan li vir, derfetek e ku em hemû bi hev re li ser vê mijarê bixebitin: azadiya jinê çi ye û divê em ji kîjan aliyan ve lê binêrin? Pirsên wîha girîng di mîrov de çê dike. Her wiha di Her wiha jina ciwan ya bi navê Zina Azad jî peyamên wiha da:dîrokê de tevgerên jinan gelek bedel dan. Ji bo em li vê mîrasê xwedî derbikevin lazime em têkoşînek pir xurt bidin meşandin. Azadiya jinê ji bo civaka me hewcedariyeke jiyanî û pêwîstiyekî sereke ye ku em pêk bînin.
Komxebat û panelên bi vî rengî gelekî girîng in. Ev panel tenê wekî têgeheke sade yan mafekî ji rêzê behsa azadiyê nake; teqez dike ku heta azadî nebe, demokrasî û wekheviya civakê bi temamî pêk nayê. Dema em behsa wekhevî û azadiyê dikin, ne tenê ji bo beşekî ye, bi pênaseyek giştî divê mirov li azadiya rasteqîn binêre. Ev jî hişyariya me ya li ser jiyanê, derdora me û cîhana me zêde dike.
Ji ber vê yekê, dubare lidarxistina van panelan hişyariya me xurt dike û me nêzîkî têgihîştineke kûrtir a azadiyê dike. Ez careke din gelekî spas dikim ku ez bûm beşek ji vê hevdîtinê. Hêvîdar im çalakiyên bi vî rengî zêdetir bibin, da ku beşdariya jinên ciwan û hewldanên wan ên ji bo pêşxistina doza jinê hîn berfirehtir bibe.”
