Li Hesekê, jinên ciwan ên Rojavayî li ser dîwarekî wêneya keziya jinekê xêz kirin û li ser nivîsîn: “Keziya me tirsa we ye”. Bi peyama ku bi rêya keziyê hat dayîn, li dijî êrîşên li ser nasname û vîna jinê bertek hat nîşandan. Jinên ciwan bi wêneya xêzkirî û dirûşma nivîsî bal kişandin ser wateya çandî ya keziya jinan û destnîşan kirin ku kezî sembola berxwedanê ye.
