Jina Ciwan ya ji Başurê Kurdîstan ê Varuna Zerdeşt di derbarê Komploya navnetewî de axvî. Varuna di roportaja xwe bal kişand ser bandorên komployê li ser gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jinan.
Varuna Zerdeşt di roportaja xwe ya li ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de girîngiya felsefeya azadiyê, perwerdekirina jin û ciwanan û rêxistinbûna wan anî ziman. Zerdeşt diyar kir ku komplo ne tenê li ser Rêber Apo, lê di heman demê de li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li ser jinan, hatiye meşandin. Her wiha Varuna axaftina xwe wisa berdewam kir.
”Bê guman ev komplo ne tenê di şexsê Rêber Apo de hate meşandin. Ev komplo li ser giştî gelê Kurd,Rojhilata Navîn û gelê Rojhilata Navîn bi taybetî jî li ser jin hate meşandin.
Ji ber ku ev komplo bi xwe dijî bîrdozîya azadiya jin hatiye pêşxistin.
Dewleta xwedî hişmendiya zilamsalar sermayedar Rêber Apo li beranberê berjewendiyên xwe wek astengî dibîne.ji ber ku Rêber Apo dixwaze Rojhilata Navînê kê nu ava bike ku têde hemû gel bi aşîtî jiyan bikin,bi hevre jiyanekî demokratîk ya gelan ava bike ku tê de hebûna jin nasnameya jin hebe dîrokî azadî be.
Bê guman a girîng û pêwîst ewê ku jin û ciwan xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde bikin. Raste ku Rêber Apo li girtîgehê de ye lê ji ber ku fikrê Rêber Apo fikrekî azade zîndan nikarin rê lê bigrin.
Ji ber we jî pêwîste em xwe perwerde bikin,rêxistin bikin.
Dewlet dixwaze pergala hişmendiya zilamsalar li ser jinên ciwan bimeşine.
Bê guman dîyare û eşkereye ku ciwan hêza herî çalak yên civakê ne. Ji bo vê yekê dewlet hişmendiya xwe dimeşîne.ji bo ku ciwan xwe pêş nexin,xwe bi rêxistin nekin, xwe azad nekin êrîş dike.
Ji ber ku azadiya ciwanan bi taybetî ya Jinên ciwan azadiya civakê bi xwe re tîne.
Ji ber wê jî pir girînge ku em giştî ciwanên Kurdistanê bi taybet jinên ciwan xwe perwerde bikin, xwe pêş bixin ku bikaribin li ser fikrê azad civaka xwe jî azad bikin.
Bi taybetî wek jin pêwîste xwe azad bikin ,ji ber ku azadiya jin azadiya civakê bi xwe re tîne.
Varuna zerdeşt herî dawî bi van gotina axıftina xwe bi dawî kir….
